سه‌ره‌تا kurdistanî Til Temir- Serbazên Sûriyê rê liber serbazên Amerîkayê girtin

Til Temir- Serbazên Sûriyê rê liber serbazên Amerîkayê girtin

1 min read
0
101

Serbazên Artêşa Sûriyê û xelkê gundekî li Rojavayê Til Temirê rê liber karwaneka hêzên Amerîkayê girtin û nehiştin derbasî gund bibin.

Ajansa fermî ya hikumeta Sûriyê SANAyê ragihand, îro karwaneka hêzên Amerîka ku dixwastin derbasî gundê Guzlîye yê Rojavayê bajarokê Tiltemirê bibin, hinek serbazên artêşa Sûriyê û xelkê wî gundî rê nedan ew karwan derbaz bibe û binaçarî vegeriyan.

Li gor SANAyê karwana hêzên Amerîka ji heft zirîpoşan pêk dihat û xelkê bi keviran rêgirî li derbazbûna wê karwanê kir.

Di roja 12 ya meha borî de jî, dema ku karwaneka hêzên Amerîkayê ber bi gundê Xirbe Emu li rojhelatê bajarê Qamişlû diçû, xelkê wî gundî ku ereb in li gel hejmarek ji mîlîşayên ser bi hikumeta Sûriyê ve, rêgirî li wê karwanê kirin û şerê teqe jî rûdabû, kesek ji wî gundî jî hatbû kuştin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …