سه‌ره‌تا kurdistanî Rewşa tendirustiya Mihemed baş bûye

Rewşa tendirustiya Mihemed baş bûye

2 min read
0
106

Mehemed Hemîd, temen 13 sal, piştî ku li meha Çiriya Pêşin a sala 2019an li bajarokê Serêkanîyê ji encama burdûmana firokeyên Tirkiyê bi çekên firsfora sipî lêşê wî şewitî bû û gazî, hewar û giryana wî ji azara şewitina leşê wî bi rêya Kurdistan24 gehişte cîhanê û dûv re ev pirs bû pirseke mêdya ya cîhanê.

Piştî peywendîyeka telefonî ya serok Mesûd Barzanî li gel bav û kesûkarên Mehemed Hemîd, ev zaro ji Rojavaya Kurdistanê het veguhaztin bo Herêma Kurdistanê û dûv re jî bo çareserîyê hat şandin bo derveya welat.

Mehemed Hemîd, niha birînên wî sarêj bûye û li Nexweşxaneya Rojava ya Tengavîya li bajarê Hewlêrê li jêr çavdêrîyê bûye û rewşa tenduristîya baş bûye.

Wek li gel destpêka hewar û girînên wî di dema şewitînê li ba wî bû dengê wî gehande cîhanê, îro jî Kurdistan24ê serdana Mehemed Hemîd kir li nexweşxane ya navhatî.

Bavê Mehemed di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24 ragehand, li Fransayê pişkinîna dûpat kir, ku Mehemed berkevtîyê çekê fisfora qedexe kiriye ku ji aliyê Tirkiyê ve li dijî hemwelatîyên deverên Rojava ya Kurdistanê ji alîyê Tirkiyê ve bikar hatibû.

Herwiha bavê Mehemed got: Heft neştergerî bo Mihemed hatîne kirin û êdî pêwîstî bi neştergerîyan nemaye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…