سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî bi boneya 8ê Adarê peyamek pîrozbahiyê belav kir

Mesrûr Barzanî bi boneya 8ê Adarê peyamek pîrozbahiyê belav kir

3 min read
0
110

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adarê bi boneya Roja Jinê ya Cîhanî peyamek belav kir û ragihand, “Jinên Kurdistanê roleke mezin û bi bandor di tevgera rizgarîwaz a gelê Kurdistanê de dîtine û li dijî dagîrkerî û sîstema civakê xebat kirine”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Di Roja Jinê ya Cîhanî de pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Bibîranîna heştê Adarê, rêzgirtina li xebat û têkoşîna jinê ya ji bo yeksanî, dadperweriya civakî, nehîştina stemê û çewsandinê de ye”.

Mesûr Barzanî dibêje: “Jinên Kurdistanê roleke mezin û bi bandor di tevgera rizgarîwaz a gelê Kurdistanê de dîtine û û li dijî dagîrkerî û sîstema civakê xebat kirine. Ji ber wê em têkoşîna jinên Kurdistanê, bi taybetî jinên Pêşmergeyên şoreşên Kurdistanê û rola wan a berçav di rûbirûbûna teroristên DAIŞê de bilind dinirxînin û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastin û berevanîkirina li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî û peydakirina zemîne û derfetên yeksaniya karkirinê û beşdariya wan di warên cuda de tekez dikin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe te daxwaz ji jinên Herêma Kurdistanê ku rola xwe aktîv bikin bo belavkirina hişyariya tenduristiyê û bicihkirina rênimayên tenduristiyê û xweparastina ji vîrusa Korona bigirin ber û hanê bidin endamên malbatên xwe, ji bo parastina pakî û xawîniya jingehê, ku erkekî niştimanî û berpirsatiya hemûyan e.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…