سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji civaka navnetewî dike

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji civaka navnetewî dike

1 min read
0
79

Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo tekoşîna li hember nexwaşiya vîrusa koronayê daxwaza alîkariyê ji civaka navnetewî dê bike.

Îro 03.03.2020ê Wezareta Tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî aşkera kir, civîneke hevbeş navbera Wezareta Tenduristiyê û Fermangeha Peyvendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû konsolxane û nûnertiyên welatan li Hewlêrê îro dê pêkbê.

Hat aşkera kirin, Wezareta Tenduristiyê li gel rewşa herêma Kurdistanê ya li hember vê nexwaşiyê û vê derbarê de agahdariyê bide, daxwaz û bangewaziyê jî dê bo civaka navnetewî û welatan û rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî bike, bo alîkarî dayîna herêma Kurdistanê di rêgirî kirina belavbûna vê nexwaşiyê de û dabîn kirina pêwîstiyên bijîşkî dê lê bike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…