سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî pêşwazî li alîkarê sekreterê giştî yê NY kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li alîkarê sekreterê giştî yê NY kir

1 min read
0
74

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li alîkarê sekreterê giştî yê NY kir.

Îro danê sibê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeka NY bi serokatiya alîkarê sekreterê giştî yê NY û şîretkarê wî di warê cînosaydê de, Îdama Diyang kir.

Di civînê de, ku serokê tîma NY bo lêkolînkirina sûcên DAIŞê, Eshed Ehmed Xan jî amade bû, têkestî li ser girîngiya hewlên navdewletî bo astengkirina cînosayd û komkujiyan bi taybet sûcên DAIŞê hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa pêşxistina hemahengiya navbera hikûmeta Kurdistanê û NY jî hat kirin di warê belgekirina tawanên DAIŞê û dadgehîkirina wan kesên ku ew tawan kirine de.

Di dawiyê de şanda NY pesnê xebatên hikûmeta Kurdistanê kir bo parastina mafên pêkhateyên ayînî û etnîkî li Başûrê Kurdistanê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Herêma Kurdistanê li ser bombebarana Tirkiyê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser kuştina du fermandarên hêzên pasevaniya sînor …