سه‌ره‌تا kurdistanî Serokwezîr Barzanî Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê re civiya

Serokwezîr Barzanî Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê re civiya

2 min read
0
76

Di çarçova serdana xwe bo Îtalyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya.

Di civînê da guftugo derbarê bihêkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran da geşedanên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha girînfiya berdewambûna hevkariya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybet rûbibrûna li dijî DAIŞê jî hat gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser hemkarî û hemahengiya zêdetir li ser ser şerê li dijî DAIŞê.

Herwiha Wezîrê Îtalyayê Lorenzo Guerînî rola Serokwezîr Barzanî ya kêmkirina girjiyan li herêmê bi girîngî nirxand.

Serokwezîr Barzanî jî spasiya Îtalyayê kir bo piştevaniya wê li Herêma Kurdistanê bi taybet di şerê li dijî DAIŞê alîkariyên serbazî bo Pêşmerger. Barzanî hevî xwest peywendiyên Herêma Kursitanê û Îtalyayê di her warî da bihêztir bibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro li Romayê bi Wezîrê Derve yê Îtaliyayê Luigi Di Maio re civîyabû.

Her îro jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Vatîkanê bi Papa Vatîkanê Franciscus re civîyabû.

Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û endametiya Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê Dana Ebdulkerîm, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Wezîrê Veguhaztin û Gehandinê Ano Cewher û Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…