سه‌ره‌تا Derve Hejmara miriyên nexweşiya Koronayê 800 kes derbas kir

Hejmara miriyên nexweşiya Koronayê 800 kes derbas kir

1 min read
0
95

Hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, 800 kes derbas kir.

Mirî û berkeftiyên nexweşiya Koronayê li aliyekî zêde dibin û aliyê din jî hejmara wan kesên ku ji wê nexweşiyê rizgar bûne jî zêde dibe.

Li gorî amarên dawî, hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîştiye 813 kesan, hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 37 hezar û 559 kesan.

Tê gotin ku nêzîkî sê hezar kesên nexweşî jî baş bûne.

Nexweşiya Koronayê ji bilî Çînê, derbasî 26 welatên din jî bûye lê hejmara berkeftiyan li wan welatan li gorî Çînê, gelekî kêm e.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Amara evro ya Koronayê: 12 kesên din canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuridstanê ragehandina hejmare 131 a taybet bi nexwe…