سه‌ره‌تا kurdistanî Amerîka binkeyekî din ê leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ava dike

Amerîka binkeyekî din ê leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ava dike

1 min read
0
181

Hêzên Amerîkayê binkeyeke leşkerî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava dike.

Rewanegeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir, hêzên Amerîkayê dest bi avakirina binkeyeke nû yê leşkerî li taxa Giwêran a bajarê Hesekê kiriye.

Rewangehê ragehand, cihê hêzên Amerîkayê binkeya xwe lê ava dikin, pêştir bingeha berevaniyê ya Rêveberiya Xweser bû.

Ev yek di demekê de ye, pêştir û bi êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê re, Amerîkayê beşek ji hêzên xwe vekişandibûn.

Ji wê demê ve jî, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletê jî hêza zêdetir dişînin Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê HSDê de û car caran jî gerên çavdêriyê dikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Feysel Yûsif: Şanda Swêdê diyaloga ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragiha…