سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka parlementoya Almanya kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka parlementoya Almanya kir

2 min read
0
79

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka parlementoya Almanya kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeka parlementoya Almanya kir ku ji du parlementerên Partiya Demokrat Mesîhî (CDU) pêk hatibûn.

Di civînê de ku konsolê giştî yê Almanya li Hewlêrê jî amade bû, parlementerên Almanya spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kirin ji ber hewandina koçber û penaberan bi taybet koçber û penaberên mesîhî û da zanîn, ew hewl didin ku hikûmeta Almanya mîna berê alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rewşa Iraq û Sûriyê û Rojhilata Navîn, metirsiyên terorê û girîngiya hebûna hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê û çend mijarên din hatin axaftin.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Almanya kir ku biryar daye dîsa alîkariya hêzên Pêşmerge bike û li ser perwerdekirina pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê hebûna hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê jî li Iraqê lazim û pêwîst zanî.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…