سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî daxwaza berdewambûna piştevaniya Hevpeymanan ji Pêşmerge re dike

Mesrûr Barzanî daxwaza berdewambûna piştevaniya Hevpeymanan ji Pêşmerge re dike

2 min read
0
81

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Perlemana Almanyayê kir, ku ji herdu pelemanteran Markus Grûpel û Jurgen Hardt pêk dihat.

Di hevdîtinê de, ku Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî û Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêrê Barbara Wolf made bûn, guftûgo derbarê dawî pêşhat û guhartinên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Hikûmet û Perlemana Almanyayê kir, ji bo destpêkirina rahênankirina hêza Pêşmerge. Tekezî jî li girîngiya berdewambûna piştevaniya Hevpeymanan ji Pêşmerge û artêşa Iraqê di rûbirûbûna terorê de kir, bi taybet ku DAIŞ hîn li ser çend navçeyên Iraqê metirsiyeke cidî ye.

Aşnda Almanî amaje bi pêgeha Herêma Kurdistanê kir, wek fakterekî girîng ê aramiyê li Iraq û navçeyê ye, amadehiya welatê xwe jî bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, bi taybet di warê geşepêdana bazirganî û webirhênan de.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…