سه‌ره‌تا kurdistanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Divê reform li nav Wezareta Pêşmerge de bidomin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Divê reform li nav Wezareta Pêşmerge de bidomin

2 min read
0
140

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Pêşmerge nasnameya gelê Kurdistanê û çi pêwîst bike bo xizmeta pêşmergeyan, dê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serperestiya civînekê kir li ser reformên li nav hêzên Pêşmerge û Wezareta Pêşmerge de.

Di civînê de ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û çend wezîr û berpirsên din yên hikûmetê amade bûn, Mesrûr Barzanî têkestî li ser girîngiya berdewambûna reforman li nav Wezareta Pêşmerge kir û ragihand, ew reform dê di çarçoveya qanûna reforman de bên kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha got, Pêşmerge nasnameya gelê Kurdistanê ye û qurbanîdana Pêşmerge cihê şanaziya gelê Kurdistanê û civaka navdewletî ye. Ji ber wê jî bo xizmeta pêşmergeyên hêja û rasteqîn, çi ji destê me were emê bikin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê anî ziman ku pêwîst e hêzên Pêşmerge li gorî pîvanên zanistî û modern ji nû de bên rêxistinkirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…