سه‌ره‌تا kurdistanî Şandeyekî bilind a Yekgirtûya Îslamî serdana PDKê kir

Şandeyekî bilind a Yekgirtûya Îslamî serdana PDKê kir

2 min read
0
139

Îro şandeyekî bilind a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bi serokatiya emîndarê giştî yê partiyê Selahedîn Behadîn ve serdana PDKê kir û ji aliyê sekreterê politburoya PDKê Fazil Mîranî ve pêşwazî lê hat kirin. her du aliyan amaje bi piştevaniya encamdana çaksaziya rast kirin.

Civînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê û ew rewşa aloz ya navçeyê hat gotûbêj kirin, amaje bi dostaniya navbera her du aliyan jî hat kirin. her du alî hemnêrîn bûn li ser yek helwêstiya aliyên siyasî yên Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanê bi siyasetekî hevbeş û zîrekî ya Kurdistanî ku pêwîstî pê heye û çarenivîsa vê qonaxê ye.

Herwaha civînê de pêwîstiya rola opozîsyon û desthilat li ser parastin û pêşxistina destkevtan û encamdana çaksaziyên rast û pêngavên cîdî bo vê yekê bên avêtin. Herwaha jiyana xelkê Kurdistanê xweş kirin û ew pirsgirêkên nav civaka Kurdistanê de hene û bandorê li jiyana xelkê dikin jî mijareke din ê civînê bû.

Dawiyê de jî her du alî hemraman bûn li ser erkê siyasî û partiyan. Aliyên siyasî xwedî rol bin di çareseriya pirsgirêkên civakî de û rêgirtin li pêşketina wan pirsgirêkan, ku bandorên xirab li ser civakê dikin û pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê çareser bike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …