سه‌ره‌تا kurdistanî Almanya bi fermî destpê kirina perwerde û rahênana Pêşmerge ragehand

Almanya bi fermî destpê kirina perwerde û rahênana Pêşmerge ragehand

2 min read
0
143

Artêşa Almanya bi daxuyaniyeke fermî ve destpê kirina proseya perwerde û rahênana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand.

Li gor raporta malpera El Erebiye, artêşa Almanya bi daxuyaniyeke îro 26.01.2020ê ve diyar kir, piştî sê heftî perwerdeye Pêşmerge, di encama aloziya ku piştî kuştina Qasim Silêmanî ya destpêka vê mehê li Iraqê perwerde hatibû ragirtin, bi fermî destpê kirina perwerdeya hêzên Pêşmerge careke din hat ragehandin.

Daxuyaniya artêşa Almanya de tê gotin, biryara destpê kirina perwerdeya hêzên Pêşmerge ji aliyê şêwirmendên Almanî ve bi biryara fermandariya hêzên hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê bûye.

Herçend Almanya bi rêya 90 leşkerên xwe ve li Hewlêrê perwerde dide hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî, lê hîn li navçeyên din ên Iraqê perwerdeya hêzên ewlehiya Iraqê ji aliyê artêşa Almanyayê ve destpê nekiriye.

Vê derbarê de rêveberê rewşenbîrî û ragehandina wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryarek hebû ku Almanya perwerdeyê bide destpê kirin. ‘’Em li bendê ne bi fermî dest bi perwerdê bikin. Perwerdeya wan derbarê bikaranîna hin cureyên çek de ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…