سه‌ره‌تا kurdistanî Perlemana Kurdistanê bersiva Hesen Nesrûllah dide

Perlemana Kurdistanê bersiva Hesen Nesrûllah dide

2 min read
0
86

Perlemana Kurdistanê di daxuyaniyêkê de, bersiva axivtinên Hesen Nesrûllah, Emîndarê giştîyê Hizbûllah Lubnanî dide.

Parlementoya Kurdistanê bersiva axaftinên Hesen Nesrula dide û daxuyaniya wî red dike.

Parlementoya Kurdistanê di daxuyaniyêkê de amaje kir, ku bi hee awayek axaftinên Hesen Nesrula – Rêberê Hizbulah a Libnanî red dikin, ku di gotarekê de êrîşek ne rewa kir, ser Serok Barzanî û Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, ku remzê xweragîrî û rûbirûbûn a terorîstên DAIŞ in. Ew hêzên Pêşmerge bûn, ku bi xwîna xwe efsaneya DAIŞ têkşikandin û bi awayekî rasterast û meydanî ji dêvla hemû cîhanê, rûbirûyî terorîstên DAIŞê bûn û qehremaniya mezin tomar kirin.

Parlementoya Kurdistanê ragehand, bi mixabinî, berpirsên Hizba Hesen Nesrula beşek bûn ji wê êrîşa ne-rewa û ne-destûrî, ku di sala 2017an de ser Herêma Kurdistanê hat kirin. Ew wekî nûnerên herêma Kurdistanê wefadar in, beramber bi her kes û aliyek, ku rojek ji rojan ligel me hevkar bû ye. Zêdegaviyan jî, ji tu kes û aliyekî qebul nakin.

Wekî Parlementoya Kurdistanê û nûnerên xelkê Kurdistanê jî, bêrêziya beramber Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û her sembolek Neteweyê me, şermezar dikin

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî: Me ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêveb…