سه‌ره‌تا kurdistanî Serokê Fraksiyona PDKê: Em lihevkirinê li ser projeyasaya çaksaziyê nakin

Serokê Fraksiyona PDKê: Em lihevkirinê li ser projeyasaya çaksaziyê nakin

1 min read
0
135

Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw behsa civîna Parlamentoya Kurdistanê dike bo pirsa çaksaziyê û hin zanyariyan aşkera dike.

Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand, fraksiyona PDKê lihevkirinê li ser projeyasaya çaksaziyê nake û divê bê pejirandin.

Umêd Xoşnaw giring dibîne ku cureyekî li hev têgeheştin di navbera hemû fraksiyonan de derbarê projeyasaya çaksaziyê de hebe, ji ber ev proje di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.

Serokê fraksiyona PDKê diyar kir, fraksiyona wan kar dike bo dadperweriya zêdetir bê qahîm kirin û berdewam jî berjewendiyên Kurdistanê û xelkê wê li ser hemû şitekî em datînin.

Civîna Parlamentoya Kurdistanê demjimêr 11:00ê destpê kir û xwandina duyem bo projeyasaya çaksaziyê tê kirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …