سه‌ره‌تا kurdistanî Parlamentera PDKê: Bo xelkê dê aşkera bibe kî piştevanê projeyasaya çaksaziyê ye

Parlamentera PDKê: Bo xelkê dê aşkera bibe kî piştevanê projeyasaya çaksaziyê ye

2 min read
0
136

Parlamentera fraksiyona PDKê Gulîzar Sindî piştî civîna fraksiyonan zanyarî li ser civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê ya li ser projeyasaya çaksaziyê aşkera kir.

Gulîzar Sindî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Emê deng bidin projeyasaya çaksaziyê û me berjewendiya xwe daye aliyekî û ji bo berjewendiya xelkê ye îro ev mijar dê zelal bibe.’’

Herwaha got: ‘’Em piştevaniyê li vê projeyê dikin û berjewendiya xelkê li gel me giring e. Em ti tiştekî kêm nakin di piştevanî kirinê de û ewên 3-4 mûçeyan, bindîwar û neheq malnişîn bûne û ewên rêveberên giştî û yek roj jî ser kar nebûne û malnişîn bûne û ewên ku şehîdên wan nînin lê di lîsteya şehîdan de ne û herwaha payedarên leşkerî yên neyasayî û hatine malnişîn kirin, ev projeyasa wan hemûyan digre.’’

Gulîzar Sindî got: ‘’Îro dê bo xelkê zelal bibe kî li dijî vê projeyasayê ye û kî li gel e. ji ber me daxwaz kir civîn rasterast li çapemeniyê jî bê weşandin.’’

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …