سه‌ره‌تا kurdistanî Li sînorê Kerkûkê 65 bombeyên çandî yên DAIŞê hatin desteser kirin

Li sînorê Kerkûkê 65 bombeyên çandî yên DAIŞê hatin desteser kirin

2 min read
0
169

Hêzên ewlehiya Iraqê li sînorê parêzgeha Kerkûkê dest li ser 65 bombeyên çandî yên DAIŞê de girtin.

Polîsê federal ê Iraqê bi beyanameyekî ve ragehand; polîsê federal ê Iraqê li sînorê parêzgeha Kerkûkê dest li ser 65 bombeyên çandî û 150 madeyên teqînê yên terorîstên DAIŞê de girtiye.

Hat ragehandin, piştre ji aliyê endazyariya fermandariya polîsê federal ê Iraqê ve hemû bombe hatine pûç kirin.

Herwaha demeke DAIŞê tevgera xwe li sînorê Kerkûkê zêde kiriye û vê derbarê de berpirsê berê yê ofîsa ragehandina baskê sê yê PDKê li Kerkûkê Merîwan Celal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha DAIŞ li sînorê Kerkûkê bihêz bûye û rojane li vî sînorî kiryarên terorîstî pêktîne.’’

Herwaha got: ‘’DAIŞ li navçeyên Kurdistanê yên hatî dagirkirî de û li çiyayê Hemrînê jî heye û ew metirsîne bo navçeyê. Elbet DAIŞ piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê ve derfetekî baş bo wan derketiye pêş ku xwe bihêz bikin. Ji ber hêzên Pêşmerge li vî sînorî nemane.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…