سه‌ره‌تا kurdistanî Hewlêr û Bexda li ser giringiya pêbendbûna bi rêkeftina budceyê rijd in

Hewlêr û Bexda li ser giringiya pêbendbûna bi rêkeftina budceyê rijd in

3 min read
0
188

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê radigehîne ku her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê li ser pêbendbûna bi rêkeftina budceyê rijd in.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji rojnameya Şerqulewset re ragehand, serdana serokwezîrê demkî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo Hewlêrê, di demekî gelek guncaw de bû bo her du aliyan jî.

Adil Ebdulmehdî duh 11.01.2020ê bi serokatiya şandeyekî bilind a Iraqê ve serdana Hewlêrê kir û li gel Serok Barzanî û serokê herêmê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê civiya.

Cotyar Adil vê derbarê de got, pirsa budceya giştî ya Iraqê bo sala 2020ê û beşa budceya herêma Kurdistanê mijarên serekî yên civîna Adil Ebdulmehdî û berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê bû.

Derbarê biryar Parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî li welat de jî berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, biryar di bin bandora soz û bileziyê de hat dayîn û Iraq hîn di bin metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞê de ye.

Cotyar Adil red kir ku Adil Ebdulmehdî berpirsyarê rewşa naha ya Iraqê be û ragehand, ji ber pêbendnebûna hikûmetên berî Ebdulmehdî ya bi destûrê ve geheşt vê rewşa naha.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê mijarên civîna Adil Ebdulmehdî û berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê jî waha aşkera kir.

– Peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê

– Budceya giştî ya Iraqê û beşa budceya herêma Kurdistanê

– Berdewam kirina civînên berê yên Hewlêrê û Bexdayê.

– Giringiya pêbendbûna hikûmeta Iraqê bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, çi hikûmeta naha be, çi hikûmeta dema pêş be.

– Rewşa Rojhilata Navîn ên piştî pêşketinên navbera Amerîka û Îranê li Iraqê.

– Serxwebûna biryara Iraqê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…