سه‌ره‌تا kurdistanî Tirkiyê xaleka kontrolê ya asayişa Eyn Îsayê bombebaran kir

Tirkiyê xaleka kontrolê ya asayişa Eyn Îsayê bombebaran kir

1 min read
0
79

Artêşa Tirkiyê xaleka kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayiş) li bajarokê Eyn Îsayê bombebaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê ragihand, îro artêşa Tirkiyê bi firokeyeke bêfirokvan rêbenda Hêzên Ewlekariya Navxweyî li deriyê bajarokê Eyn Îsayê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encama êrîşê de 2 welatiyên sivîl û endamekî Hêzên Ewlekatiya Navxweyî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Eyn Îsayê hatin veguhastin.

Ev yek di demekê de ye, duhî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi mûşekan êrîşî gundên rojavayê Eyn Îsayê kiribûn û di encama şer û pevçûnan de 7 çekdarê ser bi Tirkiyê ve hatibûn kuştin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…