سه‌ره‌تا kurdistanî Kerkûk- 3 molgehên DAIŞê hatin rûxandin

Kerkûk- 3 molgehên DAIŞê hatin rûxandin

2 min read
0
83

Navenda Ragihandina Emnî ya Iraqî îro roja pêncşemê 01. 09.2020an belav kiriye hêzên hevbeş ê Kerkûkê û polîsê federal ê Iraqê di operasyonekê da li ser Çiyayê Mame li sînorê parêzgeha Kerkûkê 3 molgehên DAIŞê dîtine û ew jinavbirinê.

Navenda Ragihandina Emnî ya Iraqê aşkere jî kiriye di encama wê operasyona serbazî da ligel 3 molgehên DAIŞê 32 bombeyên çandî yên DAIŞê jî hatine desteserkirin û ew ji aliyê pisporên serbazî va hatine pûçkirin.

Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Daqûqê Hîwa Reşîd ji BasNewsê ra aşkere kir molgehên DAIŞê zêde bûne û rojane molgeyên nû datîne û hêzên emnî yên Iraqê jî beramber ewan hewlên DAIŞê operasyonan encam nadin.

Herwiha Hîwa Reşîd da zanîn ku heger wisa berdewam bike wê DAIŞ ji wê boşahiya emnî ya li Iraqê mîfa werbigire û çalakiyên xwe yên terorîstî zêdetir bike.

Hêjayî gotinê ye piştî rûdawên 16 Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge ji Kerkûk û herêmên derveyî îdareya Kurdistanê tevgera DAIŞê li wan herêman zêde bûye û rojane kiryarên terorîstî encam dide.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …