سه‌ره‌تا kurdistanî Wezîrê Derve yê Amerîka telefona Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

Wezîrê Derve yê Amerîka telefona Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

1 min read
0
173

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi telefonê behsa rewşa Iraqê kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo duhî li ser twîttera xwe ragihand ku wî telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û bi wî re li ser rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn gotûbêj kiriye.

Mike Pompeo her wiha daye zanîn ku spasiya Mesrûr Barzanî kiriye ji ber hevalbendiya wî ya bi biryar.

Bi gotina Wezîrê Derve yê Amerîka, wan li ser hevkarî û hemahengiya nêzîk li hev kirine.

Mesrûr Barzanî jî derbarê wê pêwendiya telefonî de, li ser twîttera xwe ragihandiye ku wan dawîn bûyerên li Iraqê gotûbêj kirine herwiha li hev kirine li ser nehîştina aloziyên li Iraqê bi rêya diyalogê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …