سه‌ره‌تا kurdistanî Welîd Mûelim: Amerîka nahêle em û kurd li hev bikin

Welîd Mûelim: Amerîka nahêle em û kurd li hev bikin

3 min read
0
183

Wezîrê derve yê Sûriyê, Welîd Mûelîm di dîdarekê de li gel kenala RT ya Rûsiya ragehand peywendîyên Şam û kurdan li Sûriyê negihaye wê yekê ku kûrahî û rehenda sîyasî hebe, çunkû Amerîka carna destberdarê kurd dibin û carek din jî dibêjin, em wan bicî nahêlîn.

Mûelîm behsa hûrkarîyên serdana serokê nivîsîngeha ewlekarîya nîştîmanî ya Sûriyê, Elî Memlûk bo Qamişloyê kir û got: “Ew serdan bo haydarbûnê bû ji rewşa ewlekarî û serbazîya wê deverê.”

Herweha got: “Danûstandinên Memlûk li gel berpirsên kurd kûrahîyên sîyasî ne bûye, ji ber ku ev yek girdayî ye bi peywendîyên di navbera kurd û Amerîkayê de li deverê, ku carekê destberdarê kurd dibin û careke din jî dibêjin, wan bicî nahêlîn, lewre danûstandinên me bi temamî rawestiyane.”

Welîd Mûelîm xuya jî kir, dema kurd dibêjin, em pişkek in ji vî welatî û dixwazîn vegerîn bo hembêza welat, wan riwangeh, nerîn û sîyaseteke pirogramkirî ya çespayî neguher nîne.

Di destpêkê vê mehê de, Elî Memlûk serdana Qamişloyê kiribû û li gel berpirsên Rêveberîya Xweser û kesatîyên civakî yên deverê civîya bû.

Serdana Memlûk piştî wê yekê hat, ku fermande yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Mezlûm Ebdê ragehandibû, ew li gel Rûsiyê gihiştine rêkevtinê daku hêzên Rûsiyê biçin bo deverên Amûdê, Tel Temir û Eyîn Îsa li bakûra rojhelata Sûriyê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…