سه‌ره‌تا kurdistanî Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa Mesîh

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa Mesîh

1 min read
0
167

Serok Mesûd Barzanî bi boneya roja jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh peyama pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Li vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya ewe jî dixwazim xuşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da birêbikin û aştî û birayetî jî li ser navçeya me da bikêşê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…