سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aştî û aramiyê di hewlên berdewam de dibin

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aştî û aramiyê di hewlên berdewam de dibin

2 min read
0
165

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya jidayikbûna Hezretê Mesîh û Noelê, pîrozbahiyê li mesîgiyan dike û tekez dike, Herêma Kurdistanê wek her dem cihê pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û aştiyê ji hemû pêkhateyan re dimîne.

Di peyama peyama Nêçîrvan Barzanî da wiha hat gotin: “Cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh û Noelê, bi germî li xwişk û birayên mesîhî li Herêma Kurdistanê, Iraq û li her dereke cîhanê ku ev cejn tê kirin pîroz dikim, cejn û pişûyeke xweş û aramiyê jê re dixwazim û hêvîdar im ev cejn xêr, xweşî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne ji hemûyan re.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Di vê bîranîna pîroz de, tekez dikin, Herêma Kurdistanê wek her dem cihê pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û aştiyê ji hemû pêkhateyan re dimîne û ji bo aştî û aramiya navçeyê jî di vê hewl de berdewam dibe.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike jî, mesîhiyan li Herêma Kurdistanê ne, xwedî û pêkhateyeke resen a welat in û her dem bi pêkhateyên din re di lêborîn, tebayî û aştiyê de jiyane û rola wan di parastin, avakirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de heye. Cejn, bîranîn û boneyên we û yên hemû pêkhateyên Kurdistanê ne û cejna li hemûyan pîroz be.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…