سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dê wek navenda pêkvejiyana netewî û olî bimîne

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dê wek navenda pêkvejiyana netewî û olî bimîne

2 min read
0
170

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serokwezîr Barzanî waha ye:

Peyama pîrozbahiyê ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bo cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh

Bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh pîrozbahiyekî germ li mesîhiyên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim. Hêvîdarim di hewayekî aram û rihet de cejna xwe derbas bikin.

Herêma Kurdistanê wek navenda pêkvejiyana netewî û olî dê bimîne. Em serbilindin ku herêma Kurdistanê bûye penagehek bo mêvandariya sedan hezar koçber û penaber û nav wan de jî mesîhiyên Iraq û navçeyê hene. Hikûmeta herêma Kurdistanê ti tiştek texsîr nekiriye û dê berdewam jî be bo dabîn kirina aramî, piştrastî û alîkarî dayîn hemû aliyên ji ber zulm û zordariyê hewara xwe tînin bo herêmê.

Em hêvîdarin şer û belaya li navçeyê û cîhanê bi giştî jî bi dawî be û aştî, aramî û avadanî pêkbê.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

24.12.2019.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …