سه‌ره‌تا kurdistanî Amerîka dest bi damezirandina herêma rojhilata Firatê li Sûriyê kir”

Amerîka dest bi damezirandina herêma rojhilata Firatê li Sûriyê kir”

5 min read
0
169

Çavkaniyeke kurdên Rojavayê Kurdistanê aşkere kir Amerîka ligel hêzên xwecihên yên Rojavayê Kurdistanê û herêma rojhilatê Firatê dest bi danîna herêmeka taybet kiriye.

Vê çavkaniyê ji BasNewsê ra aşkere kir Amerîka ligel hêzên kurdî yên li Sûriyê civiyaye û daxwaz ji wan kiriye ku divê yekhelwêst bin û li ser projeyên hevbeş rêkbikevin.

Herwiha heman çavkaniyê da zanîn Washington dixwaze hemû pêkhateyên rojhilata Firatê, di çarçoveya siyasî û serbazî da yekgirtî bin û di wê çarçoveyê da wê binghea herêma rojhilata Firatê bihê avakirin.

Di berdewamiyê jî çavkaniya kurd ji Rojavayê Kurdistanê da zanîn aşkere jî kir Amerîka bi avakirina herêma rojhilatê Firatê wê kurdan biparêze û dest bi veberhênana neft û xazê bike.

Herwiha heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî da di çarçoveya veberhênana neftê û xazê kompanyaya nefte ya Aramkoyê ya Siûdiyê li herêma rojhilata Firatê kar dike û bi wê mebestê jî roja înê ya derbasbûyî komelek serbazên Siûdî hatine kêlgeha (Umer) a neftê li Dêrazorê bo parastina pisporên Siûdî û Misirî ku bi armanca û berizkirina berhemanîna nefte û rahênanê hatibûn herêmê.

Heman çavkaniyê derbarê helwêsta rejima Sûriyê beramber got:”Serokê Dezgeya Asayîşa Dezgeya Neteweyî yê Sûriyê Elî Emilûk, hewl daye ligel eşîrên herêmê bicive û dijberiya wê projeyê bike. Lêbelê wê hewla şikest aniye û eşîrên ereb ên li herêmê aşkerekirine ku ew dê ligel HSDê berdewam bin û ligel HSDê cîh bigirin. “

Vê çavkaniya kurd di berdewamiyê jî da got: “Rejima Sûriyê beramber wê hewla Amerîka wê bêtevger be. Çunke Amerîka ligel xelkê herêmê rêkeftiye û xelk jî ligel projeya Amerîkayê ye.”

Helwêsta Tirkiyê

Vê çavkaniyê li ser çavkaniyê jî got:”Enqere ji wê rêkeftinê razî nîne, lêbelê di rewşeka nacêgîrda maye, bi taybet piştî Tirkiye ligel Lîbyayê rêkeftiye di warê serbazî da û Rûsya jî beramber wê yekê bêdeng bûye. “

Herwiha vê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka dixwaze Tirkiyê bi dîtina xaz û neftê li Deryaspî mijûl bike û ligel welatên Misir, Qibris, Yûnanistan û Îsraîlê tuşî kêşeyan bike û rêliber destêtwerdana Tirkiyê li Sûriyê bigire.

Heman serçaviyê aşkere jî kir arîşeya Tirkiyê ligel Misir, Qibris, Yûnanîstan Îsraîlê wê tûşî arîşeyan bibe û ev yek jî bibe sedema têkçûna seqamgîriyê li Tirkiyê. Herwiha ev yek jî wê bibe sedema wê yekê ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di hilbijartinên dahatû da şikestê bîne û wê Tirkiye neçar bimîne bêhelwêst be. Herwiha hikûmeta li rojhilata Firatê bihê avakirin jî wê ne bi ser PKKê be.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …