سه‌ره‌تا Derve Du leşkerên Rûs li Sûriyê hatin kuştin

Du leşkerên Rûs li Sûriyê hatin kuştin

1 min read
0
683

Du leşkerên Rûs li parêzgeha Dera ya li başûrê Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Komela “Ehrar Horan” li hejmara xwe ya tora civakî belav kir, li bajarê Newa ya Parêzgeha Derayê 2 leşkerên Rûsî ji aliyê hin kesên nenas ve hatin gulebaran kirin.

Herwaha diyar kir, dema ew her du serbazên Rûsî li rêbenda Ebu Xişê ya bajarê Newa bûn, 2 kesên li motorsîklekê siwar bibûn êrîşî wan kir, di encamê de her du serbazan canê xwe jidest dan.

Piştî bûyerê, DAIŞê berpirsatiya xwe di ber kuştina her du serbazên Rûsî de ragihand.

Heta niha Rûsyayê ti daxuyanek derbarê êrîşa li ser serbazên xwe de belav nekiriye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…