سه‌ره‌تا kurdistanî Berpirsekî PDKê: Hinek bi pilan hebûna kurdan li Mûsilê lawaz dikin!

Berpirsekî PDKê: Hinek bi pilan hebûna kurdan li Mûsilê lawaz dikin!

2 min read
0
591

Berpirsekî PDKê dibêje, hinek alî bi awayekî pilankirî hebûna kurdan li Mûsilê lawaz dikin.

Berpirsê liqa çarde ya PDKê li Mûsilê, Elî Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji qedîm de kurd li Mûsilê hebûne û hejmara wan jî gelek bû. Lê niha mixabin rêjeya kurdan li Mûsilê herî zêde %2 ye.

Elî Xelîl her wiha gotiye, ev nîşan dide ku hinek alî bi pilan û bernameya dijîtiya hebûna kurdan li Mûsilê dikin û dixwazin hebûna kurdan lawaz bikin.

Wî berpirsê PDKê daye zanîn, ji ber êrişên terorîstî û ew tehdîdên ku li kurdan tên kirin, kurd neçar dimînin ji Mûsilê derkevin û koçber bibin. Piştî êrişa DAIŞê kurd bi yekcarî ji Mûsilê derketin.

Bi gotina wî berpirsê kurd, PDKê gelekî hewl daye kurdên Mûsilê dîsa vegerîne bajêr lê baweriya kurdan êdî bi hêzên ewlehiyê yên li Mûsilê nîne da ku wan biparêze.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Herêma Kurdistanê li ser bombebarana Tirkiyê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser kuştina du fermandarên hêzên pasevaniya sînor …