سه‌ره‌تا kurdistanî Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê: Hevkariyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bin

Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê: Hevkariyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bin

3 min read
0
110

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiyan. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsiyeke rasteqîne ye. Lorenzo Guerini jî ragihand ku dê hevkariya wan bo Pêşmerge berdewam bike.

Sêşema 17.12.2019 Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini bi serdanake fermî hat Herêma Kurdistanê û li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê civiya.

Di civînê de Nêçîrva Barzanî tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsiyeke rasteqîne ye û dê gefan l ewlekariya cîhanê jî bike, ji ber vê yekê berdewambûna alîkarî û hemahigiya navdewletî ji bo rûbirûnûna wan gefan bi pêwîst dizane.

Nêçîrvan Barzanî herwiha sipasiya Îtalyayê kir ji bo alîkarî û piştevaniya wan a leşkerî di dema şerê DAIŞê de di çarçêveya Hevpeymaniya Navdewletî de ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine û her wiha rola serbazên îtaliyayê di perwerdekirina Hêzên Pêşmerge de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Îtalya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmege tekez kir û ragihand ku Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de roleke mezin lîstiye û berevanî li hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê kirine.

Di heman civînê de tevî gotûbêjkirina rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêşhateyên Sûriyê û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin

Di civînê de cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û herdu wezîrên pêşmerge û navxwe û Balyozê Îtaliya li Iraqê û Konsulê Îtalya yê li Herêma Kurdistanê û hejmareke şêwermendên leşkerî yên wî welatî amadebûn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…