سه‌ره‌تا kurdistanî Li Serê Kanî û Girê Spî teqîn pêkhatin

Li Serê Kanî û Girê Spî teqîn pêkhatin

2 min read
0
88

Li Serê Kaniyê û Girê Sipî 2 teqîn rû dan û di encamê de 20 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama teqîna bombeyeke vedayî li destpêka bajarê Girê Sipî de, 4 kes hatin kuştin, di nava wan de 2 zarok û jinek jî hebûn.

Rewangeha Sûrî diyar kir, li bajarokê Mebrûka yê li rojavayê Serê Kaniyê teqînek bi rêya otombîleke bombekirî pêkhat û di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî, di encama her du teqînan de zêdetirî 10 kesan birîndar bûne, ku birînên hinan giran e û metirsiya jiyana wan hene.

Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ve, bi berdewamî teqîn li bajar rû didin û di encamê de kesên sivîl dibin qurbanî.

Berî naha berdevkê fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno berpirsatiya rûdana teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, rewşa ewlehiyê xirap bibe û xelkê sivîl neçar bibin koçber bibin, heta plana guhartina demografiya wan her du bajaran bicih bike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…