سه‌ره‌تا kurdistanî Serokê firaksiyona PDKê hişyarî da wan aliyên ku li dijî reforman in

Serokê firaksiyona PDKê hişyarî da wan aliyên ku li dijî reforman in

2 min read
0
89

Serokê firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê dibêje, ewên ku li dijî pirojeqanûna reforman derkevin dê navên wan ji raya giştî re eşkere bikin.

Parlementerê Kurdistanê û serokê firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê, Umêd Xoşnav ji BasNewsê got, îro xwandina yekem li ser pirojeqanûna reforman hat kirin. Li hev têgihîştinek baş di navbera firaksiyonên parlementoyê de bo pesendkirina wê pirojeqanûnê.

Umêd Xoşnav her wiha got, ji bilî piştevaniya firaksiyonên partiyên şirîkên hikûmetê, beşek ji opozîsyonê jî piştevaniya pirojeqanûna reforman dikin.

Serokê firaksiyona PDKê da zanîn ku ew dixwazin beriya sersalê vê pirojeqanûnê pesend bikin. Eger wisa nebe dê gîro bibe ji ber ku bêhnvedana zivistanê ya parlementoyê dest pê dike.

Umêd Xoşnav hişyarî jî da wan kesên ku li dijî wê pirojê ne û got, yên ku li dijî wê pirojê derkevin emê navê wan eşkere bikin, bila xelk bizanin kî li djiî xebata li hember gendeliyê ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…