سه‌ره‌تا kurdistanî Her sê serokatiyên Kurdistanê li ser pirojeqanûna reforman dicivin

Her sê serokatiyên Kurdistanê li ser pirojeqanûna reforman dicivin

1 min read
0
86

Endamekî parlementoya Kurdistanê ragihand, serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê û serokatiya parlementoyê dê li ser pirojeqanûna reforman bicivin.

Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê, Şivan Zirarî ji BasNewsê re got, sibê serokatiya hikûmetê, serokatiya parlementoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê li ser pirojeqanûna reforman bicivin.

Şivan Zirarî her wiha got, di civînê de dê behsa amadekariyên pesendkirina wê pirojeqanûnê bikin û hevdengiyekî pêk bînin da ku ew piroje zûtir were pesendkirin.

Parlementoya Kurdistanê îro yekemîn xwandin li ser pirojeqanûna reforman kir û wek pirojeqanûneka “bi lez” pênase kir.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…