سه‌ره‌تا kurdistanî Mihemed Ferec: Îro Yekgirtûya Îslamî biryarê li ser pêkanîna kongrê dide

Mihemed Ferec: Îro Yekgirtûya Îslamî biryarê li ser pêkanîna kongrê dide

1 min read
0
89

Rêveberekî Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku îro Yekgirtûya Îslamî di civîna xwe de biryarê dê li ser roja pêkanîna kongreyê bide.

Rêveberê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Ferec ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 14.12.2019ê di civîna rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê de biryar dê li ser roja pêkanîna kongreya heştemîn a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dê bê dayîn.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê dawiya vê mehê ango 25.12.2019ê kongreya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dê pêkbê.

Di heman mijarê de parlamentera Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Hiliz Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare roja 25.12.2019ê wek roja kongrê bê destnîşan kirin.’’

Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê heta naha 7 kongre pêkanîne û ev jî dibe kongreya heştemîn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…