سه‌ره‌تا kurdistanî Li Duhokê 21 zevî ji mayîn û teqemeniya hatin paqij kirin

Li Duhokê 21 zevî ji mayîn û teqemeniya hatin paqij kirin

2 min read
0
95

Rêveberê giştî yê karûbarê mayînan li parêzgeha Duhokê diyar kir, li gundê Kanîka ya nahyeya Bamernê ya li sînorê Duhokê, du heftiyan de rûberê 6.165 metre çar goşe hatiye paqij kirin û di encamê de 400 parçe teqemeniyên cureya guleyên RPGê û topên hewanê yên 120 mm. û guleyên topa 82 mm. û li gel gelek guleyên 60 mm. hatine rakirin û kom kirin.

Rêveberê giştî yê karûbarên mayînan li parêzgeha Duhokê Mesûd Mela Şerîf ji basnewsê re diyar kir, îsal heta dawiya meha borî li sînorê Duhokê 21 zevî ji mayîn û teqemeniyan hatine paqij kirin. Bi giştî ji 775 zeviyên tomar kirî, 363 zevî hatine paqij kirin û hîn 412 zevî jî mane nehatine paqij kirin. Rûberê giştî yê hemû zeviyên hatine tomar kirin li Duhokê digehe 32 milyon û 196 hezar û 57 metre çar goşe. Heta naha rûberê 12 milyon û 482 hezar û 301 metre çargoşe hatine paqij kirin û 19 milyon û 713 hezar û 756 metre çargoşe jî hîn nehatine paqij kirin. Rêjeya paqij kirinê digehe bêhtir ji sedî 38 an. Sala 2019ê di 11 mehên borî de 21 zevî hatine paqij kirin. Sê bûyer ji ber mayîn û teqemeniya çêbûne û du kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…