سه‌ره‌تا kurdistanî Qamişlo – Rejîma Sûriyê rê neda leşkerên Amerîkî derbas bibin

Qamişlo – Rejîma Sûriyê rê neda leşkerên Amerîkî derbas bibin

1 min read
0
80

Hikumeta Sûriyê rê li ber hêzên Amrîkayê girt û nehêlan ew derbasî balefirgeha nêvdewletî ya Qamişlo bibin.

Li gor nûçeya K24ê, îro 11.12.2019ê 4 zirêpoşên Amerîkayî ber bi balefirgehan nêvdewletî ya Qamişlo ve çûn, lê bo cara dûyemîn, hêzên hikûmeta Sûriyê rê li ber wê hêza Amerîkî girtin û nehêlan derbazî wê balefirgehê bibin.

Li gor heman çavkaniyê, hêzên Amerîkayê careka din vegeriyan bingeha xwe ya leşkerî ya li gundê Hîmû. Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirov jî belav kirîye, Hêzên Amerîkayê rê girtin li ber gereke dî ya leşkerî ya Rûsiyayê li gund û warê bajarokê Tirbe Sipîyê, ku hêzên Rûsya dixwestin gereke çavdêrîyê li gundê Tel Elo pêk bihînin, lê gera wan nehat kirin û hêzên Amerîkayê ew naçar kirin vegerin cihên xwe .

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…