سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî: Di xebata netewî de Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokeke pir têkoşan e

Nêçîrvan Barzanî: Di xebata netewî de Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokeke pir têkoşan e

2 min read
0
72

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 67yemîn salvegera damezrandina Yektiya Afret (Jinên) Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got, Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokeke pir serwerî û têkoşan e û rola wê pir mezin û girîng e di xebata niştimanî û netewî de.

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokeke pir serwerî û têkoşan eû rola wê pir mezin û girîng e di xebata niştimanî û netewî de. Xwedî roleke girîng bû di pêgihandina gelek jinên jêhatî û têkoşer û serkirde di warê xebata sivîl û siyasî û perwerde û çandî de.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ew dîroka dêrîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê belge ye li ser hebûna wekhevî û pêşkeftinxwaziyê di nana rêbaz û hizra PDKê de, her ji serî de PDK giringî bi jinan da ji bo ku ji xwe bi bawer bin û zindî bin û bi rol û berpirsyaretiya xwe rabin.”

Cîgirê Serokê PDKê wiha domand: “Dûbare pîrozbahiyê û piştevaniyê li we dikim di xebata we de ya ji bo maf û daxwazên jinên Kurdistanê û ji bo bihêztirkirina bingeha çanda wekheviyê di civaka Kurdistanê de.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…