سه‌ره‌تا kurdistanî Ewê ku malbateka Rojavayî komkuj kiribû, bi îdamê hat mehkûmkirin

Ewê ku malbateka Rojavayî komkuj kiribû, bi îdamê hat mehkûmkirin

1 min read
0
86

Ew kesê ku tevahiya endamên malbateka Rojavayî kuştibû, bi îdamê hat mehkûmkirin.

Parêzer Birzo Seîd ji BasNewsê re got, dadgeha Hewlêrê îro fermana mirinê bi ser wî kesî de sepand, ku payîza îsal tevahiya endamên malbateka kurd ya Rojavayê Kurdistanê kuştibû.

Birzo Seîd her wiha got, di nav 10 rojan de mafê tohmetbar heye bertekê nîşanî biryara dadgehê bide, paşê ew ferman dê biçe ber destê Serokê Herêma Kurdistanê. Her gava wî îmze kir ferman dê bicîh were.

Ew malbata Rojava ji pênc kesan pêk hatibû; dê û bav û sê zarok.

Roja 2 Cotmeha îsal, zilamekî bi navê Ferîdûn Kerîm Remezan li gundê Pîrereş yê Hewlêrê tevahiya endamên wê malbata Rojava li ser hinek direv komkuj kiribû, paşê ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin û li sûcê xwe mukir hatibû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…