سه‌ره‌تا kurdistanî Helwesta her sê serokatiyên Kurdistanê li ser guhertina Destûra Iraqê eşkere bû

Helwesta her sê serokatiyên Kurdistanê li ser guhertina Destûra Iraqê eşkere bû

1 min read
0
156

Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê û serokatiya parlementoya Kurdistanê helwesta xwe li ser hemwarkirin û guhertina Destûra Iraqê eşkere kirin.

Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq û cîgirên wan li ser rewşa Iraqê û guhertina Destûra Iraqê civiyan.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di civînê de hat gotin ku dema Destûra Iraqê were guhertin û hemwarkirin nabe destê xwe bidin wan made û bendên ku behsa mafên kurdan û Herêma Kurdistanê dikin.

Piştî civîna her sê serokatiyan, civînek din jî bi beşdariya wan her sê dezgehan û serokomarê Iraqê Berhem Salih û serok û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin. Ew civîn hîn xilas nebûye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …