سه‌ره‌تا Derve Amerîka wê hêzekê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê

Amerîka wê hêzekê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê

1 min read
0
84

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (PENTAGON) ragihand merîka hêzeke din a leşkerî wê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê

Ragihandin vê nûçeyê tê piştî êrîşa hefteya borî ya dijî navenda nefta Erebistana Siûdî ku Amerîka û Erebistana Siûdî, Komara Îslamî ya Îranê tohmetbar dikin.

Wezîrê Berevaniyê Amerîkayî Mark Esper li aşkere kiribû Serokê Amerîkayê Donald Trump, şandina hêzên Amerîkî bo wan herdu welatan erê kir û dê ew ji bo berevaniyê li wir bin.

Herwiha Esper da zanîn ku Amerîka van hêzan dişîne li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Îmaratê berevaniyên wan ên esmanî û mûşekan.

Li aliyê din Serfermandarê Amerîkayê General Joseph Dunford jî doh înê gotibû ku biryar e berferehiyên şandina van hêzan dawiya vê heftê bêne gotûbêjkirin û hefteya bê werin belavkirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…