سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî: Ez piştgîriyê dikim li hewlên Fransa ji bo çareserkirina nakokiyên Rojavayê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî: Ez piştgîriyê dikim li hewlên Fransa ji bo çareserkirina nakokiyên Rojavayê Kurdistanê

3 min read
0
78

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Konsulê nû yê giştî yê Fransayê kir û di wê hevdîtinê de got ku ew piştgîriyê dike li hewlên Fransa yên ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pesnê rola Serok Macron û Fransayê li piştgîriya Herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku gelê Kurdistanê rêz û pêzanînên xwe ji bo dostayetî û piştgîriya Fransa heye û xwazyarê zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Fransa ye.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro yekşem 08/09/2019 li hevdîtinek da li gel birêz Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê nû yê Fransa li Hewlêr, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna wî ya li erkê wî nû da, hêviya serkeftinê xwest û hemû piştgîrî û hêsankariyekî dûpat kir.

Her wiha rêzdar balkişand li ser rola Serok Macron Serokê Fransa ya li piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê û hewlên wî yên ji bo destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexda ku li encamê da her dû alî karîn hengavên ji bo asayîkirina peywendiyan û çareserkirina hinek ji kêşeyan bikin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo hewlên Fransa yên ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên siyasiyên Kurdî yên li Kurdistana Sûriyê, nîşan da.

Di hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa emnî, siyasî û aboriya Iraqê kirin û tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya ji bo parastina asayîş û aramiyê bi taybetî li navçeyên nakokî li ser kir. Birêz Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr spas û pêzanînên welatê xwe ji bo hevkarî û yarmetiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo koçber û penaberan dûpat kir.

Her wiha tîşk xiste li ser serdana çaverêkirî ya Serokê Fransa Emmanuel Macron ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…