سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Pêşmerge û şandeya Hêzên Hevpeyman civiyan!

Wezareta Pêşmerge û şandeya Hêzên Hevpeyman civiyan!

3 min read
0
77

Îro civîna asayî ya wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman li Hewlêrê birêve çû.

Di civînê de wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl balkêşa ser hemahengî û alîkariyên zêdetir ên navbera Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman û ragehand, alîkarî û li gel yek kar kirina me hemûyan ve seqamgiriya navçeyê û tinekirina temamê teror û terorîstan pêktê û ev erkê me hemûyane, bo vê jî daxwaza zêdetir hemahengiyê ji Hêzên Hevpeyman em dikin.

Civîna îro bi serpereştiya wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û bi amadebûna wekîlê wezaretê Serbest Lezgîn û serfermandar û hejmarek ji efserên payebilind ên wezareta Pêşmerge û şêwirmend û nûnerên Hevpeymaniya navnetewî ve birêve çû.

Destpêka civînê de wezîrê Pêşmerge daxwaz ji amadebûyan kir, raportên xwe yên derbarê bûyer û çalakiyên dema borî de pêşkeş bikin.

Piştre raportên her yek ji rêveberiyên îdarî û operasyonên hevbeş û îstixbarata giştî hatin xwandin, ku bûyer û kiryarên du heftiyên borî bi amar û hejmar dihate aşkera kirin. Piştre jî ji aliyê wezîrê Pêşmerge û Hevpeymanan ve guftûgo vê derbarê de hatin kirin.

Wezîrê Pêşmerge ji amadebûyan re ragehand, metirsiya serî rakirina terorîstên DAIŞê li navçeyên cuda heye, bo tekoşîn û tinekirina terorê û terorîstan pêwîstiya me bi bernameya hevbeş û yekdest û yekgirtî ya me hemûyan heye. Herwaha hêvî xwest, bi rêya çareser kirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ve valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê bê tejî kirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…