سه‌ره‌تا Iraq Milîsên Heşda Şabî hatin bordûman kirin

Milîsên Heşda Şabî hatin bordûman kirin

2 min read
0
69

Îro êvarî, firokeyên bêfirokevan karwaneka milîsên Heşda Şabî li nêzîk sinorê di navbera Iraq û Sûriyê de kiriye armanc.

Çavkanîyên ewlakariyên Iraqê behsa wê yekê dikin ku ji encama bordûmana wan firokeyan fermandeyeke lîwa ya 45 a Heşda Şeibî li Qayîmê hatiye kuştin.

Heriha Medyaya Iraqê, belav kiriye, ew fermandeyê ku hatiye kuştin ser bi Ketayîbên Hizbullaha Iraqî bûye.

Malpera Meydîn a Iraqê li zar çavkanîyekê berpirs di Heşda Şabî de belav kiriye, Heşd Îsraîlê bi encamderê wê burdûmanê dizane.

Berê jî serokê Desteya Heşda Şabî, Ebu Mehdî Muhendis, ragehandibû Amerîka berpirse ji selametîya baregehên Heşda Şabî, çunku wê rê daye çar firokeyên bêfirokevanên Îsraîlê li asmanê Iraqê bifirin û burdûmanan pêgehên Heşdê bikin.

Herwiha Muhedis gefa wê yekê jî kiribû ku ew wek firokeyê dijmin reftarê li gel firokeyekê dikin bê destûra hikumetê bi ser asmanê Iraqê bifire.

Li aliyê din beriya bi çend rojan Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî aşkere kir ku bo şerê Îranê wî hemû erk daye artêşê. Herwiha li Iraqê jî wê şerê Îranê bikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…