سه‌ره‌تا kurdistanî Li Efrînê grubek çekdar pîremêrekî 70 salî kuşt!

Li Efrînê grubek çekdar pîremêrekî 70 salî kuşt!

2 min read
0
61

Li Efrînê grubeke çekdar bi ser mala pîremêrekî 70 salî di digre, wî kalemêrî dikuje, li hevjîna wî dide û pereyên wan didizin.

Li gor nûçeya K24ê ku ji jêderekî nav Efrînê veguhestiye; şeva bûrî li taxa Eşrefiyê ya Efrînê grubeke çekdar bi ser mala kalemêrê 70 salî Mihyedîn Oso de girt ku ew û hevjîna xwe Horiye Mihemed Bekir bi tenê li malê bûn û çekdaran bi alaveke tûj li ser wî dan û ew kuştin.

Li gor heman çavkaniyê, çekdaran li hevjîna wî ya bi temen jî dan û serî û rûyê wê birîndar kirin, piştre jî pereyên li malê hebûn ku 100 hezar Lîre bûn dizîn.

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve, ji bilî kuştin û revandina hemwelatiyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê, gelek caran jî grubên çekdar bi darê zorê dikevin malên Kurdan li wan didin û pere û zêrên wan didizin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi v…