سه‌ره‌تا kurdistanî Dr. Beşîr Hedad: Şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê we biçe Bexdayê

Dr. Beşîr Hedad: Şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê we biçe Bexdayê

2 min read
0
56

Cigirê Serokê Perlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad aşkera dike, li dû rojên dahatî, şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û li gel berpirsên hikumeta Iraqê dê bicive.

Dr. Beşîr Hedad, di kongireyeke rojanmevanî de ragehand, pişitî pêkanîna kabîneya nehem a Hikumeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nûya hikumeta Iraqê, peywendîyên Hewlêr û Bexdayê ketîne di qonaxeke nû de ku qonaxa pêngav avêtinêye bo çareserkirina wan arîşeyên di navbera herdû alîyan de hene.

Herwiha Dr. Beşîr Hedad amaje bi wê yekê jî da ku îradeyeka baş li Iraqê hatiye pêş û bo çareserkirina arîşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê da.

Herwiha Beşîr Hedad got: “Çend komîteyek di navbera herdû alîyan de hatîne pêkanîn bo dosyayên neft, budce, mûçe, madeya 140 û dosêyên ewlakarî û sîyasî. Îro yan sibeheê, şanda hikumeta Herêma Kurdistanê dê bigehe bexdayê û ûmêd heye di dema mehekê yan dû mehan de gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê bigehin aramca xwe, çunku hêj Bexdayê kar li ser budceya sala 2020 dike û heya meha 12 divê budce bihêt şandin bo perlemantoyê.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi v…