سه‌ره‌تا kurdistanî Rojhilat – Li Sine û Ormiyê 4 girtiyên kurd ji îdamê rizgar bûn

Rojhilat – Li Sine û Ormiyê 4 girtiyên kurd ji îdamê rizgar bûn

1 min read
0
55

– Li bajarên Sine û Ormiye yên Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên kurd ji îdamê rizgar bûn.

Duh li Ormiyê, du girtiyên kurd, ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, ji aliyê malbatên kuştiyan ve hatin efûkirin.

Li gorî agahiyan, navê yekê Mihemed T. bû ku 11 sal berê hatibû girtin, navê yê din jî Hemîd P. bû ku 6 sal berê hatibû girtin.

Li bajarê Sine jî du girtiyên kurd, ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û li benda îdamê bûn, ji aliyê malbatên kuştiyan ve hatin efûkirin.

Nav û nasnameya wan girtiyan nehat zanîn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi v…