سه‌ره‌تا kurdistanî Keşnasiya Kurdistanê hişyarî da: Pêleka din ya germayê tê

Keşnasiya Kurdistanê hişyarî da: Pêleka din ya germayê tê

1 min read
0
49

Rêveberiya keşnasiya Kurdistanê hişyarî da û ragihand, pêleka din ya germayê vê heftiyê Başûrê Kurdistanê vedigire.

Ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê pileya germayê hinekî daketiye lê keşnasiya Kurdistanê îro ragihand, pileya germayê dîsa bilind dibe û dê roja 21 vê mehê pileya germayê derdikeve asta herî bilind, lê paşê dîsa dadikeve.

Bi texmîna keşnasiya Kurdistanê, pileya germayê li Hewlêrê wê rojê digihê 44 dereceyan, li Kerkûkê 47 derece, li Xaneqînê 48 derece, Li Silêmanî û Duhokê 42 derece, li Zaxo û Helebce 44 derece û li Çemçemalê jî 45 derece dibe.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi v…