سه‌ره‌تا kurdistanî Ebdilhekîm Beşar li Astanayê: Em ê dosya girtiyên kurd radestî NY dikin

Ebdilhekîm Beşar li Astanayê: Em ê dosya girtiyên kurd radestî NY dikin

4 min read
0
86

Îro bi amadebûna her du şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê 13emîn danûstandinên Astanê dest pê kir. Nûnerê ENKSê di nava şanda opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar radigihîne, ewê lîsteyek ji girtiyên kurd li cem rêjîma Sûriyê û PYDê radestî nûnerê Netewên Yekgirtî bike.

Beşar ji Astanayî bo K24ê da zanîn, îro demjimêr 11:00 civînên dualî di navbera şandên Hikûmeta Sûriyê û Rûsya, şanda Hikûmeta Sûriyê û Îranê, herwiha şanda Tirkiye û Rûsya û Rûsya û Îranê hatin kirin. Herwiha civînên di navbera her sê welatên gerentîkar û şandên Iraq, Libnan û Urdinê hatin kirin.

Nûnerê ENKSê û Cîgirê Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Ebdilhekîm Beşar li Astanayê ji K24ê re ragihand, ew di nava şanda opozîsyona Sûriyê beşdarî danûstandinên Astanayê bûye.

Ebdilhekîm Beşar diyar kir, şanda opozîsyonê çend xalên girîng di karnameya wê de heye, ji wan rawestandina şerê li Idlibê û dosya kesên li cem rêjîma Sûriyê û PYDê girtî û windayî ne û xala Komîteya Destûrê ye.

Ebdilhekîm Beşar amaje bi wê yekê kir, lîsteyek ji navên kurdên girtî û windayî yên li cem rêjîma Sûriyê û PYDê li ber destê wî ye û dê wê lîstê radestî nûnerê Netewên Yekgirtî Geir Pedersen bike, da ku ew pirs bê çareserkirin.

Ebdilhekîm Beşar da zanîn, ew wek opozîsyona Sûriyê û ENKSê daxwaz dikin biryara navdewletî 2254 bi tevahî bê cibicîkirin û veguhastina siyasî dest pê bike.

Herwiha Beşar derbarê egera avakirin herêma ewle li rojhilatê Firatê de Ebdilhekîm Beşar got:”Avakirina herêma ewle di navbera du hêzên sereke Amerîka û Tirkiyê de tê guftûgokirin, pêwîst e em wek kurd danûstandina me bi her du aliyan re hebe, da ku em wek ENKS û Pêşmergeyên Roj cihê xwe tê de bigirin û bibin hevbeşê pêkanîna herêma ewle.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …