سه‌ره‌تا kurdistanî YNK: Em piştevaniyê li hikûmetê dikin

YNK: Em piştevaniyê li hikûmetê dikin

1 min read
0
73

Îro 30-07-2019an sêşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre û şanda ligel wî kir.

Seîdî Ehmed Pîre li ser navê (YNK) pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê kir. Herwiha Seîdî Pîre piştevaniya YNKê bo kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbirî.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe va spasiya şanda mêvan a YNKê kir û da zanîn ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hikûmeta xelkê Herêma Kurdistanê ye û beyî ti ciyawaziyan xizmetguzariyê bo xelkê Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha Mesrûr Barzanî da zanîn û got, pêwîst e partiyên siyasî jî alîkariya hikûmetê bikin ji bo ku hikûmet karibe karname û bernameya xwe cîbicî bike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî: Me ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêveb…