سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî ligel şandeka Neteweyên Yekgirtî civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel şandeka Neteweyên Yekgirtî civiya

2 min read
0
73

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê 30-07-2019an li gel Rêveberê Herêmî yê Rêxistina Sindoqî ya Neteweyên Yekgirtî yê Karûbarên Niştecihan Dr. Luei Şebane û şandekî li gel da civiya.

Di civînê da Dr. Lueî Şebane bi kurtî behsa armanca serdana xwe ya ji bo nîşandana piştigîriya rêxistina wan ya li encamdana serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha ji bo beşdarîkirina li bîranîna bîst û pênç saliya konferansa navdewletiya nîştecihan û pêşxistina wê û bîranîna pencih saliya damezrandina rêxistina wan kir.

Li civîna ku berî nîvro ya îro 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, Serokê Herêma Kurdistanê kar û çalakiyên rêxistinê bilind nirxand û behsa pirsa serjimêriya li Iraqê kir. Herwiha hêvî xwest ew pirs neyê siyasî kirin û li ser bingeha destûra Iraqê muamele li gel da bêkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bi kurtî behsa berev pêşveçûnên Herêma Kurdistanê bi taybetî li rûyê girîngîdana civak û malbat û wekheviyê kir.

Herduhwa asta peywendiyên dam û dezgehên Herêma Kurdistanê û rêxistina wan, çend pirsên peywendîdar bi nîştecihan ve, peywendiyên Hewlêr û Bexda, pirsa koçber û penaberan û mekanîzma vegerandina wan ya li ser warên wan, babetên dinên vê civînê bûn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …