سه‌ره‌تا kurdistanî Encûmena Wezîrên a Herêma Kurdistanê civiya

Encûmena Wezîrên a Herêma Kurdistanê civiya

4 min read
0
61

Îro sêşemê 30/7/2019an, Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî, civîya û çindîn mijar gotûbêj kirin.

Di despêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser destipêkirina danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku hefteya buhirî, li Hewlêrê, şanda bilinda herdû alîyan civîyabûn û danûstandin li ser sê teweran encam dabûn petrol û gaz, budce û arîşeyên darayî û deverên Kurdistanîyê derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê.

Amaje bi wê yekê jî hatkirin ku çend komîteyeke teknîkî hatîne pêkanîn bo gotûbêjkirinê li ser hûrgilîyan û herdû alîyan jî pêşnîyaz û karnemayên taybet amade kirine û biryare di van nêzîkan de berdewamîyê bidin gotûbêjan.

Herwiha dûv re gotûbêj hat kirin li ser çawanîya damezirandina Civata Giştîya Rajeyê li Herêma Kurdistanê bo rêkxistyina karûbarê fermanberan. Ev mijara jî pişkeke ji piroseya çaksazîyê, ku di bernameya kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê da cî girtiye.

Mijareka din ya civînê, gotûbêjkirin bû li ser rêkxistina dahata hindûrîya wezaret, destê û alîyên nehatîne girêdan bi wezareta darayî û abûrî ve û biryar hatiye dan hemû ew wezaretên ku dahat hene, gişt dahtên xwe vegerînin bo wezareta darayîyê û pêdaçûn jî bi xercîyên tevat ya wezaretan bihê kirin û dûv re jî li gor pêdivî û taybetmendîyê, pêwîstî û xercîyên her wezaretekê bihên dabîn kirin.

Encumena wwezîran, herweha gotûbêj li ser piroje (yasa ya çaksazîyê di xanenişînî, mûçe, dermale û imtîyazatên din de li Herêma Kurdistanê) kirin û biryar hat dan ku gotûbêjê li ser bikin û bi zûtirîn dem bihê şandin bû perlemantoya Kurdistanê.

Di dawîya civînê de,encumena wezîran, wezaretên şarewanî û geştûguzar, tendursitî, navixwe û desteya jîngeh raspart, hevahnegêyê li gel alîyên peywendîdarên din bikin bo amadekirina rênimayîyên pêwîst bo parastina can û selametîya geştiyaran û hemwelatîtan li cihên geştîyarîyên Herêma Kurdistanê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Herêma Kurdistanê li ser bombebarana Tirkiyê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser kuştina du fermandarên hêzên pasevaniya sînor …